ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Bangawaziya DYA'yê ji bo hemwelatiyên xwe: Demildest Iraqê biterikînin
Balyozxaneya DYA'yê ya li Bexdayê, piştî êrişa moşekî ya li ser avahiya balyozxaneyê, hişyariya xwe ya ewlehiyê nû kir û bang li hemwelatiyên Amerîkayê kir ku bi lezgînî ji Iraqê derkevin. -
Li Îsfahanê êrîşa li dijî kargehê: Herî kêm 15 kes hatin qetilkirin
Di êrîşeke Îsraîl û DYE’yê ya li dijî kargeheke li Îsfahana Îranê de herî kêm 15 kes hatin qetilkirin. -
CENTCOM: Li Girava Hargê 90 hedefên leşkerî hatin tunekirin
Fermandariya Navendî ya DYE’yê daxuyand ku di êrîşa li ser Girava Hargê ya ku noqteya stratejîk a hinardekirina petrola Îranê ye, zêdetirî 90 hedefên leşkerî hatin tunekirin. -
Li Îran û Libnanê hejmara miriyan zêde dibe
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku ji destpêka şer û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 826 kes; Heyva Sor a Îranê jî ragihand ku li wî welatî zêdetirî 1200 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Fermandarê Heşdî Şebî hate kuştin
Hat ragihandin ku Fermandarê Heşdî Şebî û Emîndarê Giştî yê Feyleq Wedî Sadqiyan Mihemed Temîmî di êrişa îro ya sibehê ya li Kerade ya Bexdayê hatiye kuştin. -
Li Bexdayê bi fuzeyan êrîşî Televîzyona Îtîca hate kirin
Hate ragihyandin ku bi muşekan êrişî avahiya Qelana Televîzyona Îtîcayê hatiye kirin. -
HRANA: Heya niha hezar û 298 sivîl hatin kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê diyar kir ku ji 28’ê Şibatê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de herî kêm 1.298 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ji wana 29 jê jin, 205 zarok in. -
Li Îlamê ji heman malbatê 6 welatiyên Kurd hatin qetilkirin
Di êrîşa Îsraîl-DYE’yê ya li ser navçeya Eywan a Îlamê de ji malbateke Kurd 6 kes hatin qetilkirin. -
Şerê DYE, Îsraîl û Îranê di roja xwe ya 15’an de ye
Piştî êrîşên ku DYE û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dane destpêkirin, Îranê jî bersiv da êrîşan û şer belav bû welatên li herêmê. Şer di roja xwe ya 15’an de bê navber berdewam dike û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibe. -
Li Bexdayê bombe li cihên niştecihbûnê hatin barandin
Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand ku çend navçeyên niştecihbûnê yên li Bexdayê hatin bombebarankirin. -
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî bang li civaka navneteweyî kir
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê bang li civaka navnetewî kir ku li dijî êrişên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê xwedî helwest be. -
Trump: DYE’yê li hedefên leşkerî yên Îranê yên li Girava Hargê xist
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku wan êrîşî ‘’hemû hedefên leşkerî’’ yên Îranê yên li Girava Hargê kiriye. Trump got ku ji ber sedemên însanî wan binesaziya petrolê ya li giravê hedef negirtiye. -
Di êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 100 zarok hatin qetilkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 2’yê Adarê ve berdewam dikin de 103 jê zarok bi tevahî 773 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1933 kes jî birîndar bûne. -
Di balafira leşkerî ya DYA’yê ya li Iraqê ket de 6 kes mirin
Artêşa Amerîkayê ragihand ku di encama ketina balafireke sotemeniyê ya Amerîkayê li rojavayê Iraqê de 6 kes mirin. -
Fûad Husen: Kişandina Iraqê ber bi şerekî herêmî ve pir xeter e
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand ku kêşandina Iraqê bo nav şerê herêmî pir xeternake û dê ji bo welatên din yên herêmê sînorê şer berfireh bike. -
Gefên rûbirû: ‘Em ê bi dijwarî lê bidin’, ‘tune bikin’, ‘ders bidin’
Serokê DYE’yê Donald Trump, ragihand ku ew ê hefteya bê li dijî Îranê ‘bi dijwarî êrîş bikin.’ Îran, jî ragihand ku ew ê dersek xurt bidin DYE û Îsraîlê. -
Îran: Zêdeyî 3 hezar jin û zarok di êrîşan de birîndar bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de 220 jin hatin qetilkirin û zêdeyî 3 hezar jin û zarok birîndar bûne. -
Îsraîlê gef li Lubnanê xwar: Hîzbûllah neyê bêçekirin wê xaka xwe ji dest bide
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gef xwar ku eger Hîzbûllah neyê bêçekkirin wê Lubnan "xakê ji dest bide û binesaziya wê hilweşe." -
Îran nahêle girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin
Tora Mafên Mirovan ragihand ku rewşa li girtîgehên Îran û Rojhilat gelek xirabe û da zanîn ku di nava girtîgehan de hêzek zêde hatiye bicihkirin. -
Di roja 14. a şerê Îranê de pêla nû ya êrişê
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di roja 14. a şerê li ser Îranê de dest bi pêleke nû ya êrişên hewayî ya berfireh a li ser Tehranê kiriye. Li bajêr dengê teqînan hate bihîstin. Rageşiya li herêmê li welatên cuda jî belav dibe. -
Balafira sotemeniyê ya artêşa DYE'yê li Iraqê ket
Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku roja Pêncşemê li rojavayê Iraqê balafira sotemeniyê ya bi tîma KC-135 kete xwarê û karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. -
Serokkomarê Lubnanê êrişa Îsraîlê ya li ser Zanîngeha Lubnanê şermezar kir
Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Zanîngeha Lubnanê weke "Rûpeleke nû ya êrişa li dijî sivîlan" pênase kir û ragihand ku ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. -
Navendên Besicê yên li Tehranê hatin xistin
Balafirên şer ên Îsraîlê li Tehranê navendên kontrolê yên milîsên Besic yên Muhafizên Şoreşê, hedef girt. Êrîşî Balafirgeha Mehrebadê ya Tehranê jî hate kirin. -
Rêberê nû yê olî yê Îranê peyama xwe ya yekem bi nivîskî da
Rêberê nû yê olî yê Îranê Mucteba Xameneyî, di peyama xwe ya nivîskî ya ku di televîzyona dewletê de hate xwendin de bang li gel kir ku bibin yek. Xameneyî, hişyariya ku baregehên DYA’yê dikarin bibin armanc da. -
Li Mexmûrê êrişa bi droneyê ya li ser baregeha leşkerî ya Iraqê
Li navçeya Mexmûr a Mûsilê li dijî baregeheke leşkerên Iraqê bi droneyê êriş hate kirin.